Ji ber şêweya nûçe pêşkêşkirina kanala dewletê a TRT Haberê, gellek beş û hemwelatiyan, li hemberî TRTê nerazîbûn nîşan dan û şermezar kirin. Li ser ekranên TRT Haber’ê, dema karwana cenazeyên leşkerên ku jiyana xwe ji dest dabûn derbas dibû, nivîseke wiha nivîsandibûn: “Deqa Dawiyê. Bi saya rêyên duble û xaçerêyên nû yên ku hatine çêkirin, êdî cenazeyên şehîdan, di demeke hîn kin de digihêjin malbatên wan.”