Serrûpel Nûçe Nivîskarên Kurd daxuyaniyek ji bo raya giştî weşandin

Nivîskarên Kurd daxuyaniyek ji bo raya giştî weşandin

Belav bike

me bi îmzeya 80 Kurdên akademîsyen, lêkolîner, nivîskar, ronakbîr, siyasetmedar û rojnameger daxuyaniyek amade kir û ji bo belavkirin û weşandinê ji we re dişînin.

Daxuyaniya me heta dawiya mehê li îmzeyan re vekirî ye û heçî kesê ku bixwaze daxuyaniyê îmze bike, dikare heta dawiya mehê navê xwe bişîne ser adresa me ya epostayê.

Daxuyanî dê bi forma xwe ya dawîn û hemû îmzeyên şandî ve roja 01.10.2012 ji nû ve ji we re bê şandin.

Ji niha ve spas ji bo alaqe û piştgiriya we ya ji bo vê mijara ku di dîroka zimanê kurdî de û herweha di dîroka siyaseta kurdî de mijareke heyatî ye.

 

SIlav û rêz

Komîteya Amadekar ya Banga Zimanê Kurdî

 
DAXUYANÎ

Provokasyonên li ser Zimanê Kurdî Pûç Bikin !

 

« Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin. »

 

 

Ji Dem û Dezgehên Neteweyî yên Kurdistanî re,

Ji Raya Giştî re,

 

Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.

Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn.

Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.

Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.

Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin.

Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.

Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!

Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin.

Herweha, di daxuyaniya « Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de hatiye gotin ku « Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin », lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku « Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … » Ev helwêst « parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye » û herweha « xwesepandina » li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî !

Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.

Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê.

Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo « hemû Kurdan », ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.

 

17. 09. 2012

 

(Ev daxuyanî heta 01.10.2012’an ji bo îmzeyê vekirî ye. Heçî kesê ku dixwaze piştgiriya vê daxuyaniyê bike, dikare navê xwe bişîne ser eposteya jêrê.)

 

bangakurdi@gmail.com


Piştgirên daxuyaniyê yên pêşîn


  1. Dr. Abdulwehab Xalid Mûsa
  2. Dr. Afrasiab Shekofteh
  3. Ahmet Aliş
  4. Amed Tigrîs
  5. Ayşe Navruz
  6. Azad Kurdî
  7. Azîz Aliş
  8. Baban Seqizî
  9. Dr. Bahiez Omer Ehmed
  10. Dr. Bahrooz Chamanara
  11. Bayram Ayaz
  12. Dr. Behrûz Şucaî
  13. Berken Bereh
  14. Bûbê Eser
  15. Cemîl Demîrcan
  16. Ciwanmerd Kulek
  17. Çiya Mazî
  18. Dersîm Oremar
  19. Dilawer Zeraq
  20. Dîlber Hêma
  21. Dilbixwîn Dara
  22. Dr. Elî Rehmetî
  23. Eskerê Boyîk
  24. Evdile Koçer
  25. Fehim Işik
  26. Fehmî Balayî
  27. Dr. Felat Dilgeş
  28. Feratê Dengizî
  29. Fexredîn Amediyan
  30. Dr. Gundî Dilberz
  31. Golî Shadkam
  32. Hesen Silêvanî
  33. Hêvî Berwarî
  34. Haydar Işik
  35. Hîwa Massîh E.
  36. Husein Muhammed
  37. Huseyin Kartal
  38. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan
  39. Ismaîl Hoseynpûr
  40. Kamîran Haco
  41. Dr. Kamûran Berwarî
  42. Kawa Nemir
  43. Lal Laleş
  44. Lerzan Jandîl
  45. Dr. Lezgîn Evdilrehmanî
  46. Lokman Ayebe
  47. Dr. Luqman Guldivê
  48. Mecîd Heso
  49. Meral Varişli
  50. Miradê Gundikî
  51. Mîran Janbar
  52. Mîrhem Yîgît
  53. Mûrat Satik
  54. Mustafa Gazî
  55. Mustefa Reşîd
  56. Nedim Baran
  57. Remzî Kerîm
  58. Riza Dinç
  59. Rodî Zinar
  60. Rojan Hazim
  61. Ronayî Onen
  62. Roşan Lezgîn
  63. Salihê Kevirbirî
  64. Samî Tan
  65. Selwa Gulî
  66. Şengul Ogur
  67. Şermîn Bozarslan
  68. Seyîdxan Kurij
  69. Siddîq Bozarslan
  70. Sidqî Hirorî
  71. Şoreş Reşî
  72. Têmûrê Xelîl
  73. Tosinê Reşîd
  74. Xelîl Dihokî
  75. Xusro Abdollahî
  76. Yado Ciwan
  77. Yaqob Tilermenî
  78. Zana Farqînî
  79. Zinarê Xamo
  80. Ziya Avci

 

 

 

Agahiyên li ser Konferansên Zimanê Kurdî (Hewlêr û Amed) :

http://ku.wikipedia.org/wiki/Konferansa_Zanist%C3%AE_ya_Ziman%C3%AA_Kurd%C3%AE#Be.C5.9Fdar.C3.AAn_Konferans.C3.AA