Mixalifên Suriyê, ji bo ku rejîma Esed hilweşînin, rêbazeke nû diceribînin. Ji fermandarên Artêşa Suriya Azad Ehmed Hicazî, diyar kiriye ku, kî Beşşar Esed, sax an jî mirî, radesta mixalifan bike, wana wê 25 mîlyon dolar bidine wî.
Ev 25 mîlyon dolarana karsazên ku piştgiriya Artêşa Suriya Azad dikin, dike bidin. Hîcazî dibêje, bona ku em jiyana karsazên ev dirava didin nexînine rîskê, em navê wan eşkere nakin.
Ehmed Hicazî, ji artêşa Suriyê a rejîmê veqetiya bû û beşdarî Artêşa Suriya Azad bûbû.