Duhî (17/9/2012) piraniya dikandarên Cizîrê dikanên xwe venekirin. Hejmareke zêde zarokên Kurdan ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî rêya Cizîr-Hezexê girtin. Zarokan lastîk şewitandin. Lê, hêzên ewlekariyê û polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şidayî êrîşî zarokan kirin. Ji aliyekî din ve zarokan êrîşî dibistanekê kirin hemû camên wê şikênandin.