Li gor ragihandina HPG’ê, li roja sêşemê (18/9/2102) gerîlayên wan li ser rêya Çewlik-Mûşê êrîşek li dijî karwanên tirimbêlên leşkerî yên artêşa Tirk li dar xistine û di encam de 110 leşker hatine kuştin û 50 leşker jî birîndar bûne. Li gor daxuyaniya HPG’ê êrîş weha pêk hatiye “Di 18’ê Îlonê de di demjmêr 12:00’an de li ser rêya Çewlik-Mûş û Solxanê li dijî karwaneke leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye li dar xistin.” HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got “Ev karwanê leşkerî ya ji 10 tirimbêlên zirxî, 5 otobus û transîteke 300 leşker barkirî û hemû çekdarin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şopandin û li dijî 3’ê otobus, 3’ê zirxî û tranîstekê çalakî hatiye li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 otobus tevî hemû leşkerên tê de hatine kuştin û otobus jî şewitîne.” Her weha bi berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku gelek tirimbêl derbeyên giran xwarine û bi çav hatine dîtin ku 110 leşker haatine kuştin û 50 leşker jî birîndar bûne.
Avestakurd