Şerê kirêj, her roj rûreşiyeke nû nîşanî me dide. 8 gerîlayên PKKê yên ku hatine kuştin, leşkerên artêşa Tirkiyê, li hev kom bûne û cesedên ew 8 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, li ber xwe rêz kirine û bi wan re “sûretê yadîgriyê” kişandine. Sûret, di 14ê Îlona 2012 an de, li Şemzînanê hatiye kişandin.
Dîmenên bi vî rengî, zêdetir di salên 1990 î de derdiketin holê. Piştî 20 salan, heman dîmenên ku xwîna mirovan dicemidîne, di çapemeniya civakî de tên weşandin.
Hat îdiakirin ku, cesedên heman gerîlayên ku di êrîşa Qereqola Guzelkonakê de jiyana xwe wenda kiribûn, li kêleka dibistana serete a Guzelkonakê jî hatine teşhîrkirin û nîşana zarokên dibistanê dane.