Serrûpel Nûçe Apê Musa li cihê ku hatibû kuştin hat bibîranîn

Apê Musa li cihê ku hatibû kuştin hat bibîranîn

Belav bike

Rûspîyê Kurd Apê Musa (Musa Anter), li taxa Seyrantepe, li kolana 442. li cihê ku ji aliyê Jîtemê (Teşkîlata Îstixbarata Cendermeyan) ve hatibû qetilkirin, hat bibîranîn. Apê Musa, 20ê Îlona 1992 an de, li Amedê hatibû qetilkirin. 
Di merasîma bîranîna Apê Musa de, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Parlementera Parlemena Ewrupa a berê Feleknaz Uca, kûrê Apê Musa Dîcle Anter û malbata wî, hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînk, Parlementerên BDPê Emîne Ayna û Nurselî Aydogan û gellek xebatkarên çapemeniya azad wek, Azadiya Welat, Gun Tv., Ozgur Gundem, DÎHA, beşdarî bîranînê bûn. 
Piştî axaftinan û bibîranînê, girse meşiya û dirûşmeyên, “şehîd namirin” û ” çapemeniya azad nayê bêdengkirin” qîriyan. Di meşê de girseyê, ligel sûretê Apê Musa, sûretên xebatkarên çapemeniya azad yên ku hatine qetilkirin hildan.