Serrûpel Nûçe Bavê Canda li Serê Kaniyê hate kuştin

Bavê Canda li Serê Kaniyê hate kuştin

Belav bike

AVESTA KURD – Endamê seroktiya Meclîsa Netewî ya Kurd li Sûriyê Mehmûd Walî ku bi Bavê Canda naskirî ye, îşev li pêşiya bîroya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li Serê Kaniyê hate kuştin.

Li gora ku şahid dibêjin çekdarekî ku rûyê xwe girtibû, li ser motorsîklêt, li pêşiya bîroya Meclîsa Kurd li Sûriyê, ew gulebaran kir û kuşt.

Heta niha nayê zanîn bê kesên ew kuştine kî ne!

Lê belê guman dicing ser PYD – Partiya Yekîtiya Demokratîk (Ser bi PKK ve)

Weke tê zanîn Mehmûd Walî (Abû Canda) gelek caran ji aliyê PYD ve hatibû tehdîdkirin, ji ber wê yekê her demê xwe vedişart.

Berî demekê ew û siyasetvanê Kurd Mihemed Yusuf (Bavê Bahoz) di meha Remezanê de, sala 2011 ji aliyê çekdarên PYD ve hatibû revandin, hatibû îşkencekirin û li gundê Elok, ew avêtibûn ser rê.

AVESTA KURD