Serrûpel Nûçe Axaftina Barzanî di Kongreya Roma de

Axaftina Barzanî di Kongreya Roma de

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Kongreya Partiyên Demokratîk û Aliyên Demokratîk ya Cîhanî de ku li paytexta Roma a Îtaliya li dar ketî de axivitinek pêşkêş kir û li ser rewşa Îraqê ya niha û rewşa Herêma Kurdistanê sekinî. Li gor MSHK’ê, Serokê Herêmê di axivitina xwe de (21/9/2012) got ku “Îro Îraq di rewşeke gelek hestiyar re derbas dibe û divê pêgirî bi destûrê bê kirin. Ger Hikûmeta Bexdad ber bi dîktatoriyê ve biçe dê gelê Kurd biryara xwe bide.” Her weha Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û got “Têkoşîna gelê Kurd ji bo azadiyê gaveke mezin û girîng di avkirina welat de avêt, maf û erkên hemû pêkhatiyên li Herêma Kurdistanê bi rêka qanûn, sazî û destûrê hate cîbicî kirin.” Her weha Serokê Herêma Kurdistanê di axivitina xwe de bal kişand ser ka çawa dê gelê Kurd biryara xwe bide û got “Îro Îraq di rewşeke gelek hestiyar re derbas dibe û di warê siyasî de nêzîkbûna xwe ji Herêma Kurdistanê re aşkere û zelale. Heta ku Îraq pêgiriyê bi demokrasiyetê û destûrê dike em pereçekin ji pergala federalî.” Û weha berdewam kir “Gelê Kurdistanê dê qebûl neke di bin siya dîktatoriyetê de be û ger Hikûmeta Îraqê pêgirî bi destûrê neke û ber bi dîktatoriyetê ve çû dê gelê Kurd biryareke xwe ya din hebe.” Serokê Herêmê ji bo perçeyên din yên Kurdistanê jî got “Em tekez dikin ku piştgiriya xwe ji bo pirsa Kurdî li perçeyên din jî dikin li ser binegehe dadyane di nava şêwazeke demokratîk û aştiyane de.”

 

Avestakurd