Serrûpel Nûçe “Bi fermana min hevdîtina Oslo pêk hat”

“Bi fermana min hevdîtina Oslo pêk hat”

Belav bike
  

Erdogan li Navenda Kongreya Halîç di Civîna Şêwirmendiya Meclîsan ya bajêr de axivî. Erdogan bal kişand ser hevdîtinên Osloyê û got ku bi fermana wî Oslo pêk hatiye. Erdogan rexne li CHP’ê kirin û got “Bila aşkere bikin ka kî belgeyên sexte şandiye ji CHP’ê re. CHP’ê wisa kiriye ku em gihiştina rewşekê ku nema zanin ka em ê kî cidî bigirin. CHP’ê nikare belgeyên di civîna Enternasyonala Sosyalîst de îmzekirî veşêre. Hevdîtina Oslo bi mebesta tunekirina terorê bi fermana min pêk hat. Her belgeyeke ku îmze li binê xwe nebe neraste. Ger em gavekê paşde biavêjin dê welatê me, gelê me wenda bike. Vê carê tekez em ê ji belaya terorê xilas bibin.” Hêjayî gotinê ye, ji dema gotûbêjên li ser hevdîtinên Osloyê destpêkirîn û tên kirin ev cara ewile Erdogan bi fermî qebûl dike ku hevdîtinên Oslo bi fermana wî pêk hatiye.

 

Avestakurd