pêşkêşî penaberên Kurdên Rojava yên li kampa Domîz-Duhok dimînin kirî.
Ev firna ku rojane 6-7 hezar nan dipêje ji aliyê komeke kesên sivîl yên Kurdên bajarê Silêmaniyê ve hatiye ava kirin ku ji bo heyvekê nan bê pere li penaberan belav bikin. Der barê kar û xebata firna Kerawe de rêveber û nanpêj Osman Saîd Osman ku bi xwe penabere û xelkê Dêrika Hemko ye ji Avestakurd re got “Firn li demjmêr 4’ê sibê vedibe û heta 4’ê êvarê dixebite. Rojê tonek ard tê xerckirin û rojane 6-7 hezar nan tê belav kirin. Em 6 kes tê de kar dikin û hemû jî penaberên Kurdên Rojava ne.” Hêjayî gotinê ye, penaberên di firnê de kar dikin ji dilê xwe, bê pere dixebitin.
Avestakurd