Serrûpel Nûçe “Xebera me ji Ocalan tune ye!”

“Xebera me ji Ocalan tune ye!”

Belav bike
 Demîrtaş derbarê rewşa Ocalan de jî got; “Niha li Îmraliyê tenê tiştek heye ku em pêbawer ew e ku Birêz Ocalan û mehkûmên li gel wî dijîn, ji bilî wê 420 roj in tu agahî ji Îmraliyê tune ye.”

“Erdogan bawer kir ku kurd dê bi TRT-6 bixape.”

Demîrtaş, destnîşan kir ku partiya wan tevgera aştî û azadiyê ye û wiha berdewam kir: “Hikûmeta AKP’ê ku di hilbijartinên salên 2002-2007 û 2011’an de kesên gotin dengan bidin me em dê pirsgirêka turban, Qibris û pirsgireka kurd çareser bikin, niha ji bilî xwe her kesî tawanbar dike. Me salek berê nexşerêya çareseriyê danî pêş Serokwezîr Erdogan. Me got 9 xalan têxin meriyetê dê aştî bê vî welatî. Lê bersîv neda me. Bawer kir ku kurd dê bi TRT-6’an bixape.

Me xwest pêvajoya Oslo, Îmrali berdewam bike. Diyalog û muzakere berdewam bike. Aşitî bi muzakereyan pêk tê. Lê ev daxwazên me yên ji bo aştiyê hatin redkirin. Niha li dijî avahiyên me êrîşan pêk tînin. Duh êrîşî avahiya me ya BDP’ê ya Çewlîkê kirin. Em êrîşê şermezar dikin. Em bang li gelê Çewlîkê dikin û dixwazin xwîn sar tev bigerin. Em dibêjin walî, midûrê polîsan û qeymeqam berpirsiyarê van êrîş û birîndaran in. Gelê Çewlîkê xwedî rûmet û şeref e. Em dê sibê li Çewlîkê meşek mezin pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe yê Çewlîkê dikin û dixwazin tev li meşê bibin. Kizilpetetimes