Serrûpel Nûçe Meşa “ji bo aşîtiyê” a Xelîl Savda berdewam e

Meşa “ji bo aşîtiyê” a Xelîl Savda berdewam e

Belav bike

Redkirê Wîjdanî Xelîl Savda, meşa xwe a ji bo aşîtiyê didomîne. 24 rojin ku ew dimeşe. Meşa Savda, di 1ê Îlonê, Roja Aşîtiyê a Cîhanê de, li gundê Roboskiyê destpêkiribû. Meşa ku Xelîl Savda tenê destpêkiribû, niha bi 5 kesan dewam dike. Kesên ku beşdarî meşa Xelîl Savda bûne, ji wan yek, leşkerekî Samsunî ye ku ew, di destê PKKê de, 2 sal û 3 meha ma şûnda hate berdan Îbrahîm Yaylali jî heye. Yên din; aborîzan Serap Halvaşî, derhênerê belgefîlma Bîngol Elmas, ji Nevşehîrê reklamvan Merve Kongel e.
Niha meşa 5 kesan, di navbera Riha û Dîlokê de berdewam e. Meşvanên aşîtiyê, wê heta Enqerê bimeşin.