Li Colemêrgê polîsên tîmên taybet yên dewleta Tirk, çewal xistine serê 3 xortên Kurd yên ku girtibûn binçavan. Gelê Colemêrgê bertek nîşana vê rewşê da û li ser vê, di navbera polîs û girseya gel de pevçûn derket.
Bûyer, li navçeya Colemêrgê li Geverê pêk hatiye. Navê ji 3 xortan yê yekî Omer Aybar bûye. Navê her du xortên din eşkere nebûye. Hêzên ewlekariya dewletê, li hemberî gel bombeyên gazê û ava bi tazyîk bikaranîne. Gel jî bi keviran bersiva wan dane.
Di sala 2003 an de, leşkerên Amerîkayê li bajarê Kurdistana Başûr li Silêmaniyê, serê subayên Tirk xistibûn çewêl û ew leşkerên Tirk yên bi çek, bersiv nedabûn leşkerên Amerîkayê.