Serrûpel Nûçe Serokwezîr pêşwaziya Konsolê Koreya Başûr kir

Serokwezîr pêşwaziya Konsolê Koreya Başûr kir

Belav bike

Di hevdîtina bi konsol Yoong Hieon Kim re, Barzanî bi xêrhatina wî kir û jêre di karê xwe de li Kurdistanê serkeftin xwest.

Konsol jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe ji bo pêşketinên ku li Kurdistanê çêdibin anî ziman û rola hikûmeta Kurdistanê di vê yekê de bilind nirxand.

Her du alî li ser pêwendiyên di navbera her du welatan de rawestiyan û diyar kirin ku girînge ew pêwendiyên piralî her ku biçin xurttir bibin.

Serokwezîr Barzanî got hemû deriyên herêma Kurdistanê ji bo kompanyayên Koreya Başûr vekirîne û çi alîkarî pêwîst be ew amade bikin.

AVESTA KURD