Mayra Rosales a 550 kîlo, ji bo ku xuşka xwe xelas bike, sûcê wê girte ser xwe û ji polîsan re jî derew kir. Serpêhatiya Mayra wiha ye: Di sala 2008 an de ji ber zêdeyî kîloyên xwe, pêdiviya wê bi alîkariyê hebû. Loma jî li mala xuşka xwe Jamieyê bicîh bû. Hewcehiya Jamie jî bi Mayra hebû, çimkî ew dixebitî û dema ku ne li mal bû, Mayrayê li 4 zarokên wê xwedî derdiket. Rojekê Jamieyê, bi firçeya por li serê keçika xwe a 2 salî xist. Keçik xerbilî û rakirine nexweşxanê lê nefilitî. Jamie, ji Mayra xwest ku sûcê we rake ser xwe. Mayra qebûl kir, polîsan re got ku, keçika 2 salî di bin min de ma û mir. Bi vê xuşka xwe Jamie ji ceza girtinê rizgar kir.
Lê dûra di otopsiyê de derkete holê ku, keçika mirî ji ber lêdanê miriye. Mayra hate binçavkirin û di derbarê wê de di çapemeniyê de kampanyayên reşkirinê hatin meşandin. Mayra derkete pêşberî dadger û bûyer îtiraf kir. Li ser vê Jamie reviya. Ji bo vê jî Mayra, cezayê dardakirinê re rû bi rû ma.Ancax çend meha şûnda Jamie hat teslîm bû ku ew ji dardakirinê filitî.
Di vê pêvajoyê de ji ber stresê tenduristiya Mayra xirab bû û demeke dirêj li nexeşxanê tedawî dît. Niha hêdî hêdî kîloyan dide û vedigere jiyana xwe a rojane.