Serrûpel Nûçe Keçika herî biçûk li cîhanê

Keçika herî biçûk li cîhanê

Belav bike
 Keçika ku dihate gumankirin dê bimire mezin bû, bû keseke pir dengî û zêde daxwazkirina fêrbûnê. Dayîka wê Emma dibêje “Her çende Charlotte ji milyonan yeke weha tê dîtin û xwedî nexweşî jî be, lê ne zarokeke ku paşde bimînê ye. Dibe ku di fîzîka xwe de biçûk be lê di kesatiya xwe de mezine û weke her zarokek di temenê 5 salî de ka çi dike dixwaze bike. Me jî nizanîbû ew çend xwedî asta fêrbûnê ye, lê mamosteyên wê gotin ew gelekî mereqa fêrbûna tiştan dike weke zarokek 3’ê salî.” Dema Charlotte tê dinyayê giraniya xwe 1 kîlo bû dirêjbûna xwe 25 santîm bû. Niha giraniya xwe 4 kîloye û 68 santîman dirêje û temenê xwe 5 salî ye. Her du xwişkên wê Chloe (15) û Sabrina (12) li ser xwişka xwe Charlotte dibêjin ku negengaze mirov hebûna wê di malê de ferq neke û weha pêdeçûn “Dibe ku weke pêlîstika biçûk bê dîtin lê ew gelekî xurte. Di nava malê de her tiştî dike û gelek keyfa wê ji qulpandinê re tê. Dema însan cara ewil wê bibîne dibe ku bêje ez destê xwe nadimê ew jî ji tirsa ku devereke wê neşkê, lê Charlotte bi xwe gelekî pevçûnan dike, çirkekê jî di cihê xwe de nasekine.”

 

Avestakurd