Li Rusyayê hemwelatiyek, bi tirêmbêla xwe di tarfîkê de qaîdeyan binpê dike û ji aliyê polîsê trafîkê ve tê rawestandin. Polîs, ji ajovan 5 hezar ruble (nêzika 160 dolarî dike) bertîlê dixwaze. Ajovan diyar dike ku, pereyên wî tine ne. Li ser vê, polîs ji ajovan dipirse, “qerta te a qrediyê heye an na?” Ajovan bersiva; “belê, qerta min a qrediyê heye” dide. Polîsê trafîkê ji ajovan re dibêje, “ger ku tu ev pereyên ku ez dixwazim nedî, ez mecbûr im ku tirêmbêla te 3 rojan ji trafîkê men bikim.” Ajovan neçar dimîne û qerta xwe dirêjî polîs dike. Polîs, qerta ajovan ji wî distîne, ji bêrîka xwe alavekî derdixîne û qerta qrediyê ji alavê dide xwendin. Piştî vê, şîfreyê jî ji ajovan dipirse û ku şîfre jî nivîsand şûnda kirariya xwe temam dike.
Piştî eşkerebûna bûyerê, lêpirsîn hatiye destpêkirin.