Li gor jêderekî ji Zorva ya Şamê ku piraniya xwe Kurd lê dimînin ji Avestakurd re ragihandî, Ekrem Elî bi tirimbêla xwe dixwaze ji paytexta Sûriyê Şamê vegere bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê. Dema di rê de tê tankeke rejîma Esed xwe li tirimbêla wî dide û hema yekser li cihê bûyerê Ekrem Elî jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê mirov û nasên Ekrem Elî bi bûyerê dihisin û termê wî tînin Qamişloyê. Hêjayî gotinê ye, Ekrem Elî yê temen 57 salî ji gundê Egulê ye yê bi ser bajarê Qamişloyê ve.
Avestakurd