Serrûpel Nûçe Sê jinên kurd di xerîbiyê de

Sê jinên kurd di xerîbiyê de

Belav bike

 ne tenê ciwaniya vî welatî û sîstema wî, yan jî, pêkvejiyana miletan bû, bi rastî, ji bo min ya giring ewa ku bû egera hizirkirin, êşandin, her wesa kêfxwaşiyê, kombûna me sê jinên kurd bû.

       Em her jî rojnemavan in, her yek ji me ji parçeyek Kurdistanê ye. Yek ji me rojava me û ya din ji, yek ji me bakur, ya din jî rojhilatî bû.

       Ji bo vê kombûnê mirov dikare bibêje, eve ji bo me mezintirîn kêfxweşiye, bi taybet di vê rewşa biyanîbûnê de.  

       Dema rêveberiya mala rojenamavanan  xwesteka min ya ku min pêşkêşî wan kiribû , qebûl kirin û gotine min; Em hêvîdarin ku tê demekî baş li gel me derbas bikî, bi taybet ji ber ku yê wekî te jî ji netewa te li gel me hene, di cih de kenek hate ser rûyê min û dilê min tijî şahî bû. Min gote xwe; wê demê, bi rastî ez dê demekî baş li vir derbas bikim, hebûna mirovên kurd di vî cihî de û bi taybet jinên kurd ev bi xwe mezintirîn şahiye ji bo min. Yekser min henaseyeka bêhnfirehbûnê kêşa. Ji ber ku bi rastî xerîbî gelek dijware nexasim gava mirov ziman jî nizanibe.

        Ez gelek di heycanê de bûm, min êdî nedizanî ka ezê çawe wan bibînim, dê gelek babet hebin da em pêk ve gengeşê li ser bikin, lewre êşa me jinên kurd gelekin.

        Piştî rojekê ji hatina min ya mala rojnemavanan, min hevala xwe ya yekê dît, yan jî ez dikarim bibêjim xuşka min ya yekê, ew jî ya ku ji bakurê kurdistanê ye, jûra wê  di kêleka ya  min de ye. Min ew dît di dîtina me de me hev silav kir û xwe da naskirin. Ez di çend gotinê wê de têgehiştim baş kurdî nizane, bi zehmetî kurdî diaxivî, dikarim bibêjim zimanê wê tirkî xurttir bû ji kurdiya wê. Kewate zimanê wê yê dayikê tirkiye ne ku kurdî. Her çend dayika wê kurd be jî, ew fêrî  zimanê kurdî nekiriye. Mixabin ev rewşa kambax rastiya me gelek kurdane.

         Ji ber ku min hindek tirkî dizanî, bi neçarî car caran bi tirkî li gel wê diaxivttim. jî gelek ji kurdiya min tênedigehişt, ji ber ku bavê wê ji kurdê Dêrsimê ye û bi zimanê zazakî diaxive û diya wê bi kurmanci diaxive, tişta diyar wê her dû ziman jî baş negirtibûn.

        Belê ya baş ew bû, demê min jê pirs dikir û digot, tu tirkî, yan zazayî, digote min:” nexêr ez kurdim û ezê bi kurdî biaxivim”. Bi rasti gelekî pê xweş bûm, ji ber ku dema evro xwendevanekî kurd vê gotinê bibêjê misogere wê xwe fêrî zimanê dayika xwe jî bike, wê bibe nimûne ji bo gelek gencên kurd, ewên ku ji zimanê xwe bê behr mane û heya nirxê ziman jî nizanin. Xuya bû çendî ji bo wê aloz be jî, lê dîsa hez dikir bi kurdî biaxive, digot:” diviya bû ez baş kurdî biaxivim û divîya bû tu alîkariya min bikî, ezê li gel te tirkî neaxivim, bi tenê bi kurdi”.

        Ev helwest bi xwe şabûnekê dide mirovan, ji bo vê ez her bi kurdi pê re diaxivîm û min turkî jî pir kêm kir ta ku xwestekên wê pêk bihînim û ew jî pir kêfxweş dibû . Jûra keça kurdistaniya rojhilatî , li nihoma xwarê bû, di rojên destpêkê de min ew nedît, ji ber ku nediyar bû û min cihê wê jî  nedizanî, hevdîtina me ya yekê çêbû dema rêveberiya male gote me, xwe berhev bikin, em dixwazin welatê xwe nîşanî we bidin. Geriyana me ya yekê dê çûna pirtûkxana Fransowa Mitirand be.

       Dema min ew dît, yekser zanî ku ew kurde, min silav li wê kir û maç kir. Bi kêfeke mezin, min xwe pê da naskirin û gote wê: ez kurdim ji rojavayê Kurdistanê me, wê ji xwe da naskirin ku ji rojhilatê  Kurdistanêye lê got: “ez nizanim kurmanci ez lekî dizanim qese bikim”. Bi rastî ez di cihe xwe de mame hêbetî, êdi min nedizanî ev çi zimane, ji min re got: “zimanê lekî zimanekî kurdiye, kurdê Kermenşahê pê diaxivin”.

       Bi rastî ev ziman yekem care guh li vî zimanî dibim, min bihîstibû ku zimanê Zazî, Behdînanî, Soranî, Lorî, Hawramrî û Kelepori hene, lê belê Leki nebihîstibû.

       Min hewil da xwe da di rê de bêhtir pê re biaxivim û ez wê bidim axavtin. Min dît ku ez dikarim piçekî ji wê têbigehem. Ji ber ku ji mêj ve min peywendî li gel kesên soranîaxêv hebûn û hindekî farisî jî dizanim. Anku caran min dizanî çi dibêjê lê wê tênedigehişt ka ez çi dibêjim. Bi xurtî û hemû hewildanê xwe min hindek tişt pê dide fêmkirin. Dikarim bibêjim, ez û wê me hindekî ji hev gehiştin, Belê ew û ya ji bakurê Kurdistanê hîç ji hev tênedigehiştin, ew jî mîna biyaniyan silav li hev kirin.

      Grûpa çûna pirtûkxanê tev amide bûn. Bi me re sê kesên din jî hebûn,  yek ji wan surî û ferensî dizanî ûn din jî ji mexribê bûn û ferensî dizanîn. Yê ku erebî û ferensî dizanî wî ji min re got ku ya rêveber dibêje diwergirand, û min jî  di aliyê xwe de gote wê  ji her dû hevalê xwe re diwergerand. Lê bi çi zimani, carekê bi kurdiyek navde soranî û farisî hebe û ya din jî kurdiyek ku di nav de tirkî hebe.

      Yên li gel me hest pê kiribûn ku ez ne bi zimanekî tenê diaxivim, (me ji wan re gotibû ku em kurdin di dema me xwe dida naskirin ji hev re ), ji min re gotin: “ma hun ne kurdin, çawe hun ji hev tênegehên ma zimanê we ne yeke?” Min bi erebî got:  Rast dibêjî, em jinên  kurdin, lê em her yek bi zimanekî diaxivin, ji ber ku em her yek ji komarekêne, Kurdistan çar parçeye û her parçeyek ne tenê bi zimanekî diaxive bi gelek zimana diaxive, ji bo vê çendê, em niha nikarin ji hev fêm bikin.

     Diyar ku di rengê rûyê wan de gelek mendehoşî hebûn û gelek tişt ji wan re tarî mabûn heya yekê ji wan got: “çima hun parçe bûne û kê we parçe kiriye, bo min cihê pirsê ye, ji ber ku ez cara yekeme tûşî rewşeka wesa dibim. Min bi kurtî ji bo wan behsa rewşa Kurdistanê kir.

    Dîsa pirsek din kir: “ma zimanek yekbûyî nîne ta ku hun kurd bi giştî yek û du têbigehên mîna ferensî, yan ingilîzî, yan jî erebî…?”

Wek cografya Kurdistanê, min şîroveya rewşa zimanê kurdî jî bi dûr û dirêjî ji bo wan vegêra.

     Dilê wan bi me ma, heya em gihîştine pirtûkxane, her serê xwe dihejandin mat mabûn û ji hev re digotin ev çi qedere ku ev her sê  jin di cihekê de kom kirine û zimanê hev nizanin.

     Her yek ji me ji ber egerekî gelek mezin dest ji welatê xwe, miroven xwe û malabata xwe berdaye û hatiye vî welatê xerîb. Bi taybet jina kurd ya ku nikare bi tena serê xwe dûrî malbatê bikeve, bi tenê dikare bi hevjînê xwe re derbikeve û ji mala bavê xwe cuda bibe. Niha jî em her sê bi tena xwe hatine vî welatê biyanî û em çi kesan nas nakin û ziman jî nizanin. Ji bo vê bihîstina ku hebûna jinên kurd di mala rojnemavanan de ew bi xwe tiştekî herî xweş bû ji bo me.

     Ez gelek di xema wê çendê de bûm da çîroka wan bizanim. Ji ber ku wek min berê jî gotibû, heger ne ji ber neçariyê ba, çi caran ev jinane ji welatê xwe dernetdiketin  û ya ji min ve di hatina wan de hindek egerên mezin hene, ez bawer dikim her dû hevalê min, xuşkê min wekî min di heman xemê de bûn da min nas bikin û bizanîn ka egera hatina min ji ber çiye. Me ji hev pirs kir, tişta herî giring ya ku me ji hev fêm kir ew , her yek ji me reviyaye ji sistema komara desthilatdar û dê hatibana girtin heger xwe dûr nekiriban. Anku neçar bûne ku derbikevin û malbatan jî ev dûrbûne pejirandine ta ku keçên xwe biparêzin, ji ber ku ketina destê leşkirên tirk yan ereb yan jî faris ji bo jinekê mirine.

     Min wê demê rastiya dijminan ewa ku çawa li ser me çewsandine bi kurtî şîrove kir, hemû xwestekên wan pêk hat ji parçebûna  ji hemû aliyan ve, çi diwarê mêjî û ruhî, kultûrî û çi jî di warê fîzîk de, ji ber ku di gelek cihan de cudabûnek gelek mezin di navbera me de dirust kirine.

    Rastiyeke ku em nikarin jê birevin ew jî kurdbûna me ye û xwîna kurdayetiyê di demarê me her sêyan de jî digere û eve ew hestê neteweye ku dihêle em nêzî hev bin û bi hev re şad bin, belê rastiyek din jî heye ku ziman tiştekî herî giringe .

 piştî em vegeriyan,  min gelekî hizra xwe kir û min  rewşa gelê kurd anî  ber çavên xwe û gelek pirs di sere min de çûn û hatin, ji wan pirsa: sedemên ku nehiştin û nahêlin em kurd mîna gelên din yê vê cîhanê bi zimanekî di axekî  de  û di bin siha rêberekî kurde de bijin çi ne?. Du, erê ma xelkek ew hinde zêde, heq kiriye ku wiha parçe bibe?. Sê, dê ew çi dem be ku kurd bikarin bi zimanekî akademîk bixwînin, biaxivin û binivîsin ?.  Ew kîne yê ku dikarin vî karî bikin?. Zimanek tenê hebe ku cudabûnê neke navbera kurdê behdinan, soran, zaza, lori, leki û kelepori yan jî hewremani, wê di navbera wan de zimanek yekane hebe. Gelo, tiştekî weha hebe ta ku em di jiyana xwe de wê bibînin. Aya dê temenê me têrê bike ku em vê xewnê bibînin kurd jî bûne xwedan maf di hemû waran de?.

    Edî çi kesek dê nebêjê kurdê tirkî, yan kurdê sori, kurdê îran, kurdê Iraq. Dê bibêjin kurdê bakur, başûr, rojava û rojhilat û ew sînorê ku dijminan dê rabin.

    Ev misogere wê çêbe ez di wê baweri de me, dema ku her yekî ji  me di cihê xwe de bi taybet vê tiştê ji bo her xwendevanek, rewşenbîrek, ronakbîrek, partiyek, yeketiyek, komeleyek û her dezgehek ku evro dibêjê ez ji bo kurdayetiyê kar dikim dibêjim û ev dibe erkê/ê. Ji ber ku evên ku dikarin rêberatiyek rast ji gelê kurd re bikin û yên ku dikarin guhartina bikin. Ji bo vê bila banga me tevan ev be; xebat û rêkxistin ji bo vegera zimanê dayikê û peşxistina karê ku Ahmedê Xanî û Melayê Cizirî pê rabûn û  berdewamkirina wi karî be. Em ji bîr nekin ku van mirovan bi xebatên xwe û rijdbûna xwe û bi derfetên herî piçûk nehiştin zimanê kurdî ber bayê nehêlanê bikeve.

      Her çend Ahmedê Xanî şarezayê zimanê farisî û erebî û tirkî be, wî bi zimanê kurdî xebata xwe rê ve bir; mînakê wê, pirtûkek bi navê Nûbûhara Biçûkan, ji bo ku bibe jêderek ji xortên kurd re ta ku ziman hîn bibin û pêş bixin.

     Tevahî nivîsê xwe de dide diyarkirin ku çend ji zimanê kurdî hez dikir û çend dixwest xizmetê ji bo gelê xwe bike. Dixwest bi hemû hewildanê  xwe bide diyarkirin ji giştiya cîhanê re ku kurd jî dikarin roleke xwe ya herî mezin di avakirina şaristaniya mirovahiyê de rabe. Kewate kurd ji avakirina şaristaniya mirovahiyê ne bê behrin.

 Ev tişte dê hinde ne dijwar be, em gava yekê dîsa bavêjin gavên din dê hêsanî bihên, ya giring em vî tiştî erk bibînin û xwe bidin vî karî. Gavên ku evro hindek partî û hindek  kesayetên navdar di nav kurdan de dihavêjin ronahiyê nîşa me didin ku bi rastî jî dê ew roj bihên ku em tev bi zimanekî biaxivin û fêm bikin wê ew roj nêzîk be, hêvî dikim….. hêvî dikim.