Li dema vegera Sekrterê Giştî yê YNK’ê û Serokomarê Îraqa Federal Celal Telabanî ji welatê Almaniya, bi mebesta pirskirina rewşa Celal Telabanî di warê tendirustiyê de, Serokê Goran Newşîrwan Mistefa serdana Celal Telabanî kir. Lê di hevdîtina ku di navbera du partiyên Kurd de li mala Celal Telabanî pêkhatî de, tenê ala Îraqê hebû, weke di wêne de jî diyar hebûna ala Kurdistanê di hevdîtinê de xuya nake, gelo ala Kurdistanê hatibû ji bîr kirin?!
Avestakurd