Serrûpel Nûçe Malikî dixwaze Îraqê bike welatê çekan

Malikî dixwaze Îraqê bike welatê çekan

Belav bike
 Hat zanîn, piştî morkirina peymana kirîna baalefirên şer di navbera Îraqê û Emerîka de, Malikî li bere çekan ji Rûsiya û Komara Çekê bikire. Li gor nûçeya rojnameya El Alam ku jêderekî jê re ragihandiye, Malikî dê ligel şandekê serdana Rûsiya û Komara Çekê bike. Jêder aşkere kir ku dê mebesta vê serdana ku dê di meha Cotmehê de pêk bê; leşkerî û girêdana peymana çek kirînê be. Hêjayî gotinê ye, ev çend sal in Nûrî El Malikî di nava hewldanê de ye ku di bin serokatiya xwe de artêşê mezin bike û bi milyarên dolaratan çekên giran bikire.

 

Avestakurd