Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî diçe Îranê

Nêçîrvan Barzanî diçe Îranê

Belav bike
Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Kurdistanê Samî Ergoşî ragihand ku Komara Îranê bi fermî Nêçîrvan Barzanî dawetî serdanê kir.

Ergoşî got bi fermî serokêwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Îranê hatiye dawetkirin lê belê heta niha dema serdanê diyar nebû ye.

Samî Ergoşî her wiha diyar kir ku dê Barzanî di serdana xwe de ligel rayedar û berpirsiyarên Îranê bicive.

Armanca serdanê li gora Samî Ergoşî rawestandina li ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Îranê de ye.

Her wiha wê rewşa siyasî ya Îraê jî were gotûbêjkirin.

Ergoşî got, hikûmeta Kurdistanê û bi taybetî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî girîbgiyeke mezin dide pêwendiyên ligel welatên cîran û ew dixwaze ew pêwendî her demê baş bimînin.

AVESTA KURD