Serrûpel Nûçe Serokwezîr daxwaza hevkariyê ji PDK û YNK kir

Serokwezîr daxwaza hevkariyê ji PDK û YNK kir

Belav bike
 Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya li bajarê Duhokê, li roja 26.9.2012’an serdana malbenda 4’ê ya YNK’ê kir. Li gor MHHK’ê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna ligel berpirsê malbenda Behdînan Şalaw Eskerî, behsa pêşnûmeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li devera Behdînan kir û diyar kir ku di plana Hikûmetê de heye ku li ser asteke bilintir xizmeta xelkê deverê bike. Her weha bal kişand ser her du partiyên sereke li Herêma Kurdistanê û got “Min li devera Zaxo û Şêxan jî daxwaz ji saziyên hizbî kir û ez li vir jî dubare dikim, ez daxwazê ji saziyên hizbî dikim, bi taybetî saziyên PDK’ê û YNK’ê weke du hêzên sereke di Hikûmetê de piştgirî û hevkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin.” Berpirsê malbenda 4’ê yê YNK’ê Eskerî jî pêşnûmeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li devera Behdînan bilind nirxand û diyarkir ku ew amade ne hevkarî û piştgiriya Hikûmetê bikin.

 

Avestakurd