Serrûpel Nûçe Gelê Kurdistanê hêjayî rewşeke baştir e

Gelê Kurdistanê hêjayî rewşeke baştir e

Belav bike
‘di hemû waran de hêjayê rewşeke baştir, pêşkeftin û xizmetkirina zêdetir e.’ Serokwezîrê Kurdistanê di serdana xwe ya li bajarê Duhokê de, li roja 27/9/2012’an serdana bajarokê Berdereş kir û li vir axaftinek pêşkêş kir.

Li gor MHHK’ê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axivitina xwe de li ser rewşa Kurdistanê ya berê û niha sekinî û diyarkir ku gelê Kurdistanê hêjayî rewşeke baştire. Her weha li ser mijara pêkhatiyên gel û olên li vî bajarokî dijîn sekinî û got ” – Pêşkeftin û geşbûn di vê deverê de çêbûye, lê belê, bi rastî, ne ewe ya ku hikûmet dixwaze, ji ber ku çavê hikûmetê li pêşkeftin û pêşveçûnên zêdetir e û hikûmet kar ji bo vê yekê dike. 
– Xelkê vê deverê xwedî xebat, westiyan, şehîd û berxwedanê ye. Ji ber vê yekê ew hêjayî kar û xizmetên zêdetir in. Em, xelkê vê deverê piştras dikin ku, di xizmetkirina vê deverê û hevwelatiyên wê de, hikûmet xemsariyê nake. 
– Gelê Kurdistanê, piştî vê hemû xebat, tekoşîn, şehîd û enfalan, di hemû waran de hêjayê rewşeke baştir, pêşkeftin û xizmetkirina zêdetir e. Ev dever devereke kevine û li ser astê Îraqê, yek ji kevntirîn nahiyeyan ne, lê hikûmetên Îraqê ev dever hetim îhmal kiriye. Nuha wezîfeya hikûmeta herêma Kurdistanê ye ku, xizmetên baştir pêşkeşî vê deverê bike. 
– Welatekî wêran ku, bisalan ji aliyê hikûmetên Îraqê ve hatiye wêran kirin, bi şev û rojekê avadan nabe, lê hikûmeta herêma Kurdistanê bernameyekî befireh bo avadankirina linpêşiya xwe danaye û kar li ser dike. 
– Divê ava bin erd ku, samanekî niştimanî ye, ji bo nifşê paşerojê biparêzîn û dive çavkaniyên avê yên din peyda bikîn. Yek ji ewlewiyatên karên hikûmetê cîbicîkirina pirojeyên avê ye bi çend qonaxan.” Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di axivitina xwe de bal kişand ser pirsên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê û weha pêdeçû ” Xelkê Kurdistanê daxwaza mafên xwe yêndestûrî dike, ji ber hindê rastî arîşeyan dibe. Em hêvîdar în digel hikûmeta Bexdayê li hev bikîn û hemû pirsgirêk bi rêya aûitî û diyalogê bên çareser kirin.”

 

Avestakurd