Serrûpel Nûçe Li Nepalê di ketina balafirê de 19 kes mirin

Li Nepalê di ketina balafirê de 19 kes mirin

Belav bike

Li Nepalê balafireke ku  çiyager vediguhestin ket. Di encama ketina balafirê de 19 kesan jiyana xwe wenda kirine. Rayedaran diyar kirine ku, balafira ji balafirgeha paytexta Nepalê Katmanduyê rabûye, piştî demeke kin, pîlot ji rayedarên balafirgehê re diyar kiriye ku, di balafirê de pirsgirêkek heye û ew dixwazin vegerin. 
Balafira ku diçû Luklaya li quntara çiyayê Ewerestê, li başûr rojavayê Katmanduyê li nêzika çemê Manohara  ketiye. Ji 19 kesên di balafirê de ti kes nefilitiye.