Di hevpeyvîneke xwe de ji bo rojnameya Tirkî STAR , serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser gelek xalên girîng.
Barzanî ji hikûmeta Tirkiyê û ji PKK daxwaza kir ku dawî li şer bînin û serî li riyên çareseriya aştiyane bidin.
Li ser pirseke gelo rola Hewlêrê di rûniştina Oslo de hebû? Barzanî got:
“Haya me ji hevîdtinê û gotûbêjan hebû. Me her demê piştgiriya gotûbêjan kiriye, ji bo çareserkirina kêşeyan. Ji bo ragirtina xwînrijandinê li Tirkiyê me hemû piştîvanî kiriye. Her wiha em piştgiriya daxuyaniya serokwezîr Erdogan dikin, ku berî çend rojan gotibû ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtinan ligel Abdullah Ocalan bikin…”
Barzanî got, divê di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de hezkirin û dostanî hebe û got ku axaftina serokwezîr Erdogan hêviyekê dide ragirtina xwînrijandinê.
Her wiha hji aliyê Kurd jî xwest ku di vê serdemê de çareseriya siyasî û aştiyane bidin pêşiya xwe.
Nêçîrvan Barzanî got, ew bawer dikin ku ew hingav dikarin zemînekê ji bo aştiyê çêbikin û şerê di navbera gerîlayên PKK û serbazên Artêşa Tirk de raweste.
Serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîna xwe de got, pêwîste êrîşên polîsan li ser çalakvanên sivîl rawestin ku ew li gora yasa çalakiyên xwe li dar dixin.
Barzanî her wiha daxwaz kir ku rewşa Abdullah Ocalan baş bibe.
Serokwezîr daxwaza kir ku BDP jî kampanya xwe li dijî Partiya AKP û Receb Teyib Erdogan rawestîne û kêşeya bi hezaran kesên ku di doza KCK de hatine girtin çareser bibe.
Barzanî ji bo hevdîtinên di dema pêş de jî got, ew amade ne di warê biratî û dostaniyê de bi her awahî rola xwe bilîzin û bibin alîkar.
Got, ew kêşe kêşeyeke siyasî ye, ne kêşeyeke eskerî û emnî ye, ji ber vê yekê ew tenê bi riya siyasî tê çareserkirin.
Berdewam kir û got ku ew êrîşên gerîlayên PKK, operasyonên artêşa Tirk û bombekirina herêma Kurdistanê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve, wê tu encamê nedin.
AVESTA KURD