Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, di weşana kanala Haberturkê de anî ziman ku, hikumeta AKPê li hemberî Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî bêedebiyeke mezin kiriye. Onder wiha dibêje: Di navbera axaftina Serok Barzanî û Schroder de çi ferq heye. Qasî ku tu jarî serê xwe têxîne bin xîzê. Çima guhertin tine ye. Li hemberî Barzanî bêedebî û bêrêziyeke mezin kirin. Navê welatê wî negotin. Mirov li hemberî mêvanê xwe ma wisa hereket dike? Tu ye navê welatî wî, Herêma Kurdistana Federe nebêjî, ev şerm e.”