Serrûpel Nûçe Hat îspatkirin: Mêrên keçel hîn ên xurt in

Hat îspatkirin: Mêrên keçel hîn ên xurt in

Belav bike

Li Amerîkayê lêkolînek li ser mêrên keçel û yên bipor hate kirin. Lêkolîn, li eyaleya Pennsylvania, ji aliyê  Zanîngeha Pennsylvania ve hatiye lidarxistin. Endamê Hînkariyê Albert Mannes, encamên lêkolîna ku pêk anîye ji kovara Time’ê re nirxandiye.
Lêkolîn di 3 qonaxa de pêk hatiye.
Di qonaxa yekem de, sûretên 60 mêran nîşana juriyeke qelebelix dane. Pirraniya juriyê, mêrên keçel wek mêrên hîn xurt û bandordar hilbijartine. 
Di qonaxa duyem de, sûretên heman mêran yê keçel û bipor nîşana juriyê dane. Di vê qonaxê de jî derketiye holê ku, mêrên domînant mêrên keçel in.
Di qonaxa sêyem de jî, bi rêya testên nivîskî û devikî ji jurî hatiye xwestin ku, mêrên herî xurt û bandordar tesbît bikin. Di encama vê de jî heman encam derketiye: Mêrên keçel xurttirin.