Li gor berdevkên ENKS û EGRK’ê ji Rûdawê re axivîn, diyarkirin ku armanca Artêşa Azad ew e ku ” Artêşa azad dixwaze rojavayê Kurdistanê kaşî nav agir bikin. Divê artêşa azad berê xwe bide herêmên ku rejîm lê hene, wê were herêmên me ji çi rizgar bike?” Her weha gotin ku ew ” Em ne li dijî artêşa azad in, lê em wek kurd naxwazin navçeyên me bibin cihê şer, şiddet û şerê mezhebî.” Li gor jêderê Berdevkê ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û endamê ENKSê, Nûrî Birîmo der bare teqînê de got ” Artêşa Azad a Sûriyê dixwaze herêmên rojavayê Kurdistanê kaşî nav agir bike. Me heta niha wekî serkirdayetiya siyasî ya kurd, ENKS û Desteya Bilind a Kurd (DBK) hewl daye ku em herêmên xwe biparêzin. Artêşa Azad tiştekî din difikire, çawa herêmên kurdî ji bo berjewendiyên xwe kaşî nav agir bike û tûşî kuştinê bike. Dixwazin çawa balefirên dewletê li Helebê, Hûmis û Hemayê dixin, bi wî awayî li Qamişloyê jî bixin.” Her weha Birîmo di berdewamiya axivitina xwe de got “Ev hewldaneke û bi baweriya me sernakevin. Ti hembêzek ligel me nîne ku artêşa azad di nava me de bijî, xwe veşêre û teqînan lidarbixe. Ev jî nayê wê wateyê ku em li dijî artêşa azad in, lê tiştên dike xelet in. Divê artêşa azad berê xwe bide herêmên ku rejîm lê hene, li herêmên me rejîm nîne, çima berê xwe dide herêmên me. Wê were herêmên me ji çi rizgar bike? Herêmên me berê rizgar bûne û rejîm newêre xwe tûşî me bike.” Birîmo diyarkir ku bila artêşa azad biçe Dêrezor, Îdlib û Helebê rizgar bike û weha pêdeçû “Artêşa azad li Efrîn, Cezîre, Kobanê û Qamişloyê wisa kirin, em jî dikarin bi niyetekî xirab temaşeyî wan bikin. Armanca wan çiye, gelo armanca wan dagîrkirina herêmên kurdiye? Belkî niha rejîma Esed ji nav me diçe, em hest bi metirsiyekê dikin ku niyeteke xirab a artêşa azad hebe. Ger niyeta wan ne xirab be, bila biçin Dêre Zor, Idlib û Helebê rizgar bikin? Çima li herêmên kurdî teqîn û pirsgirêkan çêdikin.” Ji aliyê xwe ve Berdevkê EGRK’ê Şêrzad Adil got “Bê şik ew karekî terorîstî bû. Em li dijî wê yekê ne li Qamişloyê teqînan çêkin. Ji ber em kurd ji despêka şoreşê ve bi awayekî sivîl, dûrî şiddet û leşkerî xebatê dikin. Ev teqîn jî di xizmeta rejîmê de ye, ji ber rejîm wê ji van kiryaran sûd wergire û ji bo bajaran xirab bike. Em wek kurd naxwazin navçeyên me bibin cihê şer, şiddetê û şerê mezhebî. Bi ti awayî em qebûl nakin rojane teqîn bên kirin û bi dehan kes bên kuştin. Şoreşa me sivîle, bi rengekî aştiyane xwepêşandanan dike û dûrî şiddetê ye.” Adil diyarkir ku ew bawer nake artêşa azad bikare çalakiyên xwe li Rojavayê Kurdistanê berdewam bike û got “Ez bawer nakim artêşa azad ew hêz hebe ku bikare li herêmên kurdî çalakiyên xwe berdewam bike. Li rojavayê Kurdistanê hebûna artêşa azad nîne, ji bo parastina gel jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hene. Ne pêwîstiya me bi bihaneyên artêşa azad û ne jî bi ya aliyekî din heye. Em li dijî van êrişane ne û qebûl nakin li navçeyên me tiştên wisa rûbidin.” Her weha got ku di ware siyasî de DBK’ê nûnertiya Kurdên Rojava dike û got “Ji despêka şoreşê ve hinek hewldan hene ku şer bênin herêmên kurdî. Artêşa Azad di daxuyaniya diyar kir ku ev despêkeke ji bo herêmên kurdî. Ev tenê di ragihandinê de tê kirin, ji ber ti hebûna wan li rojavayê Kurdistanê nîne. Gel ne ligel wan e, nûnerê gelê Kurd ên çekdarî YPG hene. Ew jî ji bo parastina gelê kurd e, ne ji bo êriş û şiddetê ye. Di aliyê siyasî de Desteya Bilind a Kurdî (DBK) nûnertiya kurdan dike… Em wekî kurd ne li dijî artêşa azad in, lê ew nûnertiya me nake. Em ne ligel şêweyê artêşa azad in; lê em gefên wan jî napejirînin. Em qebul nakin bên navçeyên me û navçeyên me bikin cihê şiddetê û bihaneyan bidin rejîmê ku bajarên kurdan xirab bikin û gelê me bikuje.” Adil diyarkir jî ku yekrêziya Kurdan û pêkanîna biryaran berisva van çalakiyane û weha pêdeçû “Bersiva ji bo vê yekê û her destlêwerdanekê jî yekrêziya kurdan, avakirina Desteya Bilind a Kurd (DBK) ya ji herdu Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî (ENKS) pêktê ye. Vê jî hêza kurdan zedetir kiriye, cîbicîkirina biryaran jî bersiva herî rast a van çalakiyan e. Hewldanên şiddetê jî bi zanebûn tên kirin û ji bo rewşa herêmên kurdî têk biçin. Mixabin destê hinek aliyên kurdî yên wekî cemaeta Selah Bedredîn di van bûyeran de hene. Ev jî kesên erzanin û bazirganiyê bi xwîna kurdan dikin. Ev jî kesin û di pratîkê de nûnertiya ti aliyekê nakin.”
Avestakurd