Li gora nûçeyeke rojnameya WAR serokê hukmeta herêma Kurdistanê bi fermî rezamendî li ser destpêkirina pirojeyê parka Duhok ya giştî kir û zêdetirî 100 milyon dolaran ji bo wê terxan kirin.
Pirojeyê parka Duhok ya giştî ku dê li ser rûberê 800 donemên erd bê avakirin.
Serokê hukmetê fermana destpêkirina avakirina parkê derxist.
Rêveberê giştî yê bajêrvaniyan li parêzgeha Duhokê ji aliyê xwe ve diyar kir ku parka Duhok ya giştî bi yek ji mezintirîn pirojeyên geştiyarî tê hejmartin.
Salar Selman