Serrûpel Nûçe Karayilan: Em ji diyalogê re amade ne

Karayilan: Em ji diyalogê re amade ne

Belav bike

 Li gor hevpeyvîna ANF’ê ligel Mûrda Karayilan pêkanî, Karayilan got:

Me gelek caran da diyarkirin ka ev pêvajo çawa pêş ketiye. Ji bo Karayilan: Em ji dilayogê re amade ne hevdîtinên Osloyê em bi samîmî nêzîk bûn. Me heta dawiyê israr kir. Me xwest ku em vê pirsgirêkê bigihînin çareseriyeke mayînde. Bi rastî jî em xwedî biryarek ewqas cidî bûn ku çekan bi temamî bê deng bikin. Em bi awayek stratejîk nêzîk bûn…Ger bi rastî jî biryar hatibe dayîn ku pirsgirêka Kurd dê ne bi çekê, bi siyasetê çareser bibe, jixwe rêya vê yekê diyar e. Em weke PKK deriyê me ji van hevdîtinan re vekirî ye. Em wek PKK, wek aliyê Kurd deriyê me ji diyalogê re vekirî ye. Heta em dikarin hevdîtina yekem li cem me bikin. Lê di esas de em dînamîkên ku têkoşînê dimeşînin, aliyê wê yê siyasî, aliyê gerîlayan ê li bejahiyê têdikoşin, hemû hevpişkên ku têkoşînê dimeşînin, rêber Apo weke yekane muxatab dibînin. Ev yek zalal û aşkere ye. Em ji berê ve dibêjin ku muxatab Rêbe Apo ye. Lê weke berê du hevdîtinên bi hev re nabin. Berê wisa bû; hevdîtinek li Îmraliyê çêdibû, heman heyet dihat Osloyê û hevdîtin pêk dianî. Ew meseleya nameyê jî ji wir derket. Rêbertiyê encamên hevdîtinê li ser nameyekê dinivîsand û heyetê wê nameyê dianî û dida heyeta me. Yanî hevdîtinên Oslo weke berdewama hevdîtinên Îmraliyê bûn. Niha aşkere bûye ku hevdîtin bi vî awayî bi ser nakevin. Ango divê du tişt biguherin: yek divê projeyek a çareseriyê ya dewletê hebe. Ya din jî hevdîtin bi heman sîstema berê nabe! Ger dixwazin hevdîtin encam bigirin, divê şert û mercên muxatab-muxatab Rêbertî ye- bêne guhertin. Niha tê fêmkirin ku ger hevdîtin pêk bên, li Îmraliyê nabe, ji bo vê jî divê şert û berên tendurîstî-ewlehî û azadiyê ya Rêber Apo bêne sererastkirin.” Her weha Karayilan behsa rewşa BDP’ê kir, êrîşên li dijî wê tên kirin û rola wê kir û got ” parlementerek AKP’ê bi ser BDP’ê de diçe. Çiqas bê wijdan in. Jixwe êdî tiştek bi navê BDP’ê nehiştine! Hemû serokên bajaran, endamên meclîsa partiyê, sempatîzanên wan, endamên wan, 8 hezar kes avêtine girtîgehê. Jixwe 7 parlementer di girtîgehê de ne, niha jî dixwazin rêyek peyda bikin parlementerên mane jî bigirin. We tenê parlementeran negirtibû. Hûn ê niha wan jî bigirin. Hûn qirkirinê dispêrin siyaseta Kurdan. Tenê çend kesek mane, ji ber teslîmê we nabin, hûn êrîşê wan dikin. Ka wijdan û hesta empatiyê li kû ma?

Serê kêliyekê dibêjim BDP’ê çi kiriye û çi nekiriye. A pêşî BDP ne hêzeke çekdar e, partiyek e legal e. Yek ji hevpara aliyê kurd e; hevpareke siyasî ye. BDP dikare pêşniyaran ji PKK’ê re bike, ramanên xwe raber bike. Niha hûn dibêjin ku illem bila li hemberî hevpara din a kurd a hêza çekdar daxuyaniyan bide. Di mijara bêdengkirina çekan de bila xwe bike muxetab!
Çawa bike? BDP ne organîzasyoneke wisa ye ku di derbarê çekberdanînê de biryaran bide. BDP partiyeke demokratîk e ku li gorî yasayên Tirkiyeyê hatiye damezirîn. Lê di pirsgirêka kurd de yek ji hevparan e. Taktîka avakirina şkestinê ya di navbera kurdan de, hişmendiya serwer a dagirker ê jî serdest e. Beriya niha digotin; ‘’Em ê bi BDP’ê re rûnin lê bi PKK’ê re rûnanin’’ Niha jî berovajiyê wê dibêjin.”

 

Avestakurd