Serrûpel Nûçe Topên Tirkiyê bersiva Sûriyê dan

Topên Tirkiyê bersiva Sûriyê dan

Belav bike

 Duhî (3/10/2012) piştî topeke Sûriyê li navçeya Akçakala ya Rihayê (Bakurê Kurdistanê) ket û di encam de 4 jê zarok û jinek 5 kes mirin 13 kes jî birîndar bûn, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ligel çend berpirsên Hikûmetê civiya, piştî civînê  Civata Wezîran beyannameyek belavkir ku biryar hate dayîn bi heman şêwazî bersiva Sûriyê bê dayîn, lewma tankên Tirkiyê çend bargehên leşkerî ya Artêşa Sûriyê li Îdlibê topbaran kir. Hêjayî gotinê ye, çapemeniya Sûriyê jî ragihand ku xaka Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate topbarankirin.

 

 

Avestakurd