Serrûpel Nûçe 50 tasên serî yên 500 salî kişf bûn

50 tasên serî yên 500 salî kişf bûn

Belav bike

Di perestgeha Împaratoriya Aztekan de, 50 tasên serî yên mirovan yên 500 sal berê ku aîda heyama Împaratoriya Aztekan in hatine kişfkirin.
Arkeolog diyar dikin ku, di bin kevirê ku mirov dihatin qurbankirin de, tasên serê mirovan hatine dîtin û di her du aliyên tasên seriyan de qulik hene. Pispor, bi vê kişfê îdia dikin ku, wê karibin di derbarê perestgeha Templo Mayor de xwe bigihînine agahiyên nû. Perestgeha Templo Mayer, di navbera salên 1325 û 1521 an de, heta Spanya, Meksîka xiste bin kontrola xwe, perestgeha Aztekan a herî mezin û girîng bû.