Malikî li ser çareserkirina qeyrana siyasî ya li Îraqê bersiva rojnamegeran da û got ku “em amade ne tevlî her civîneke li bin banê destûrê bibin ku armanca xwe çareserkirina pirsan be.” Her weha Malikî piştgiriya xwe bo hewldanên Serokomarê Îraqa Federal Celal Telabanî ragihand ji bo çareserkirina qeyrana siyasî. Hêjayî gotinê ye, li roja pêncşembê (4/10/2012) Celal Telabanî û Malikî li hev civiya bûn û gotûbêj li ser çawaniya çareserkirina qeyrana siyasî li Îraqê kiribûn.
Avestakurd