Piştî bêdengiyeke dirêj Selîm Berekat bi nivîsareke li jêr sernavê “Sûrî û Kurdên wê” di rojnameya el-Quds el-Erebî de êrîşî PKK û serokê wê Ebdela Ocalan dike.
Berekat dinivîse: “Em Kurdên ji Sûriyê pûtên li pêşiya derbasbûn û derketinên ji bakurê Sûriyê –mebesta wî herêmên kurdî li Sûriyê ye- naxwazin. Pûtên malbata desthilatdar a xwînmij dê dema revê siyên kevirên xwe bidin hev û qelemên peykertaşiyê bixin destên eşîreta Ocalan – liqê Bees ê nû bi leqebekî kurdî – da ku ji Ocalan re pûtekî ji hîleyeke Esed çêkin.”
Berekat, ku ji bajarê Amûdê ye û ji sala 1999ê ve li paytexta Swêdê Stockholmê dijî, rêxistina PKK li Sûriyê wek “liqê Bees ê Ocalan ê Kurdistanî” bi nav dike.
Berekat diyar dike ku PKK partiyeke “ku ji ber valabûna mentiqê xwe yê siyasî baweriya xwe bi tunekirina her muxalifekî aniye, çi kes bin an kom bin, niha çekên el-Esed distîne”.
Berekat dinivîse ku Beşar el-Esed plan kiriye ku Kurdên li Sûriyê “ji koletiyeke ku ligel hevkarên xwe êşa wê kişandine, veguhesîne dojeha rûbirûbûna bi hevkarên Kurdan bi xwe, û dojeha têkçûna bi tirsên Tirkiya cîran re”.
Selîm Berekat, ku wek yek ji giringtirîn helbestvan û romannivîsên di cîhana edebî ya bi zimanê erebî de tê nas kirin, dinivîse “mehzeleya liqê Bees ê Ocalan ê Kurdistanî ew e ku ew ji leystokeke di leystika pûtên Beesî de di leystika şetrencê de bi Tirkiyê re piçûktir e”.
Berekat behsa berdana Ocalan ji Sûriyê di îlona 1998ê de dike û bê çawa Tirkî piştre Ocalan girt û bê çawa Ocalan hingî behsa diya xwe ya tirk kiriye û ji wan “tika kiriye ku pê re nerm bin”.
Di dawiya nivîsara xwe de Berekat dinivîse: “Liqê Bees ê Kurdistanî nizane ku Kurd pûteke nû ji mezinbûna pûtên malbata Esed li pêşiya jiyana xwe naxwazin. Eşîretên Kurdistanî -mebest PKK ye, OnKurd– fêm nekiriye ku Kurdên Sûriyê dê nehêlin ku ew wan li dijî dilpakiya leystika bi çarenivîsan bi kar bînin, da ku bi pûtê xwe bi Tirkiyê re li ser efûyekê bide û bistîne.”
Tevaya nivîsara Selîm Berekat dikare li vê derê bê xwendin:
http://www.alquds.co.uk/index.asp?fname=today�5qpt899.htm&arc=data20121010-05�5qpt899.htm.
ji malpera OnKurd