Serrûpel Nûçe YPG: Em dixwazin girêdayî hêzeke siyasî bin

YPG: Em dixwazin girêdayî hêzeke siyasî bin

Belav bike
 Li gor hevpeyvîna ANF’ê bi berpirsê YPG’ê (Yekîneyên Parastina Gel) Sîpan Hemo re pêk anî, Sîpan Hemo bal kişand ser gelek mijaran. Ji wan mijaran; nêzîkbûna YPG’ê ji DBK’ê re, her weha dîtina wan der barê dewleta Tirk û daxwaza hin partiyan ku ciwanên wan bêne perwerdekirin ji aliyê YPG’ê ve. Sîpan Hemo diyarkir ku ew DBK’ê wek îrade dibînin û got “ Piştî van nîqaşan nêzîkbûnên desteyê guhertine, têkiliyên me çêdibin. Dixwazin bi me re civînek din jî çêbikin û bi fermî YPG’ê qebul bikin. Em dixwazin girêdayî hêzek siyasî bin, lê ev hêz partiyek nabe.“ Her weha Sîpan Hemo aşkere kir ku hin partiyên Rojavayê Kurdistanê bi wan re di nava têkiliyê de ne û ji YPG’ê dixwazin ciwanên wan bêne perwerde kirin û weha pêdeçû “Hinek partiyên siyasî bi me re ketin têkiliyê. Dixwazin em ciwanên wan perwerde bikin û tevlî YPG’ê bibin. Em bi yekê gelekî keyfxweş dibin. Bila hemu kes zanibe ku ez behsa PYD’ê nakim, ez behsa gelek partiyên din dikim ku rasterast bi me re ketine nava têkiliyê û dixwazin ciwanên wan tevlî YPG’ê bibin. Em dixwazin ku hemû partî bi vî rengî nêzîk bibin.” Hemo bale dikişîne ser bajarê Qamişloyê û wê weke final bi nav dike û red dike ku têkiliyên wan ligel rejîma Sûriyê hebin û weha got ” Tu têkiliya YPG’ê bi hêzên rejîmê re tune ye. Bajarê Qamişlo jî cihekî wê yê taybet heye. Em dixwazin fînala bidestxistina rêveberiyên gel a li Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo çêbibe. Lê em naxwazin ev pêngava me zirarê bigihîne gelê me. Em dixwazin encamek baş bigirin, lê windahiyên me kêm bin. Her tiştekî bedela xwe heye, lê em dixwazin di asta herî jêr de be. Loma em hesaba xwe baş dikin.” Her weha Hemo dewleta Tirkiyê hişiyar kir ku ger mudaxeleyeke li dijî xaka Kurdistanê pêk bîne dê li astê herî jor berxwedanê bikin û got “

Wekî YPG’ê, tu pirsgirêkên me bi tirkan re nînin. Tu tehdîtek me ji bo tirkan çênabe û me ev ji raya giştî re jî aşkera kir. Lê Tirkiye di nava hinek hewldanan de ye. Em dibêjin, ger ku Tirkiye bi riya hewayî diçe bila biçe, di sînorê bajarên Sûriyeyê rê diçe mudaxele dike, bila biçe, karê me pê tune ye. Lê ji Efrînê heta Dêrikê axa Kurdistanê ye. Yek gavê jî derbasî vê axê bibe, emê di asta herî jor de berxwedanê nîşan bidin. Ger ku ji başiyê fêm bikin, dê kurd bibin dostên wan ên baş. Lê heke bêjin “li ser heyvê jî kurdek hebe em ê mudaxele bikin” wê demê em ê helwesta xwe nîşanî hemû cîhanê bidin.

 

Avestakurd