Recep Guven, Gerînendeyê Ewlehiyê yê Amedê ku nû ji bajarê Sêrtê tayîna wî derkete bajarê Amedê, bi çapemeniyê re hate cem hev û li ser pirsgirêka Kurd daxuyaniyên gellekî mirovahî dan.
Guven diyar dike ku, ger kesên bi mirina gerîlayan nagirîn, ew ne mirov in. Dewleta ku, mirovên ku çek girtine û wek cinawiran zarokan û herkesî dikujin, nikare entegre bike jî ne dewlet e.
Recep Guven, 20 salin ku di nav îstixbaratê de dixebite û berê jî qasî 5 salan li Amedê xebitiye. Di daxuyaniya xwe de Guven eşkere îfade dike ku, ji bo her xortekî ku çûye çiya, berpirsyariya wan hemûyan heye û dibêje, “pêşiyê ne welat, pêşiyê mirov.”