Hêzên Hewayî yên Artêşa Tirkiyê, îro (08/10/2012) piştî nîvro, 25 balefirên şer (F-16) şandine baregeha leşkerî a Amedê. Parlemena Tirkiyê, berî çend rojan, ji bo operasyonên dersînor, ji salekê re tezkereya serokwezaretiyê qebûl kiribû. Rayedarên dewleta Tirkiyê diyar dikin ku, ji ber rûdanên ku li Suriyê diqewimin û operasyoneke muhtemel a li dijî kampên PKKê, baregeha leşkerî a li Amedê, bi 25 balefirên şer hatiye teqwiyekirin.
25 F-16, heta seet 16.00 an li baregeha leşkerî a Amedê hatin bicîhkirin.