Xelata Tipê a Nobelê a 2012 an, ji aliyê Komîteya Nobelê ku navenda xwe li Swêdê ye û her sal li ser navê Alfred Nobel tê dayîn, zanyarê Îngiliz John Gurdon û hevpîşeyê wî Şinya Yamanaka wergirtin. Zanyar Gurdon û Yamanaka, bi xebatên xwe yên li ser geşedaniya hucre û organîzmayan layiqa xelatê hatine dîtin.
John Gurdon, di sala 1962 an de, DNA’ya di hucreyeke beqekê de, kişf kiribû ku, pêkan e hucreyê veguherînî hemû hucreyan û di vê warê de jî ew xwediyê hemû agahiyan e.
Japon Şinya Yamanaka jî, di sala 2006 an de kişf kiribû ku, hucreyên mişkên berdar, pêkan e ku nûve karibî programkirin bikî.