Li roja sêşembê dê Felix Baumgartner bi kaarekî metirsîdar rabe. Baumgartner dê bi cline taybet û amadekariyek taybet xwe ji alahiyê biavêje û bi avêtina xwe dixwazê diwarê werzêşa xweavêtinê de rakora cîhanê bişkîne. Li gor amadekariyên wî, li dema xwe avêtinê dê xwe 5 deqeyan azad bihêle, berê peraşûta xwe li bilindahiya 1500’an veke. Felix ku dê xwe ji bilindahiya 36 hezar metrî biavêje, li dema ku kariya dîwarê deng derbas bike, ango di lezbûna 1227,6’an kîlometrî demjmêrekê de, dê bigihê lezbûna agir. Lê metirsiya herî mezin li pêşiya wî ew e ku kontrola xwe ji dest bixe û ji hişê xwe biçe. Lê, li gor daxuyaniya Felix Baumgartner dayî çapemeniyê, ew dibêje “Di erkekê weha de divê mirov amade be di warê hiş de, kontroleke başe baş li ser tevgera xwe hebe û ez jî amade me ji wê re.”
Avestakurd