ANF (Ajansa Nûçeyan a Firat), îro (09/10/2012) nûçeyek weşand. Di nûçeya ku bi manşeta, “li hemberî PYDê li Hewlêrê hevdîtinên veşartî” derketiye de îdia ev e ku, bona ku karibin bandora PYDê a li ser Kurdên Rojava bişkînin, li Hewlêrê, rayedarên Kurdistana Federal û dîplomatên Tirk, Îsaîl û Amerîkî hevdîtin pêk anîne. Dîroka hevdîtinê 2ê Îlona 2012 an tê diyar kirin. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, kopya belgeya hevdîtinê ketiye destê ANFê û di hevdîtinê de li ser hin xalan lihevhatine. Piştî navberekê, Serokwezîrê Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî û Alîgirê Serokê Giştî yê YNKê Berhem Salîh jî tevlî civînê bûne û biryarên ku hatine girtin, ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin. Dîsa kesên ku beşdarî civînê bûne navê wan niha ye: Evdilbaqî Yusuf: Nunerê Partiya Yekîtiya Kurd li Suriyê, Evdilbasid Hemo: Nunerê Partiya Yekîtî Kurdistanî li Suriyê, Evdilhekîm Beşar: Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdên Suriyê, Nureddîn Hemîd Birîmo: Sekreterê Partiya Rastî ya Kurd a Başurê Kurdistanê, Selah Bedreddin: Sekreterê berê yê Partiya Yekîtiya Gelê Kurd a li Suriyê û Berpirsyarê Saziya Kawa ya Çanda Kurdî li Başûrê Kurdistanê, Nunerekî Wezîrê Karên Derve yê Tirk, Sefirê Amerîkayê yê Urdunê, Nunerek ji Sefaretxaneya Îsraîlê ya Almanyayê, Nunerê MOSADê ye li Başure Kurdistanê, Serokê Lijneya Ewlehiya Niştimanî û Serokê Îstîxbarata herêmê Mesrur Barzanî, Kûsret Resul: Endamê Polîtburoya YNK ê, Fazil Mîranî: Sekreterê Polît Buroya PDK ê.
Biryarên ku hatine girtin jî ev in: “-Tirkiye li hemberî avakirina sîstema federal a li Suriyeyê astengiyan dernaxe û pêwist bike dê alîkariya leşkerî û aborî bide. Her wiha dê ji bo derbaskirina yekineyên pêşmergeyan a Rojavayê Kurdistanê alîkariyê bike. Ev alîkarî heta ku hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê çêdibin, dê bidomin.
-Tirkiye amade ye bi şertê ku li Dêrik, Cindirês û Kobanê 3 balefirgehên leşkerî bêne çêkirin, bi awayekî vekirî ji xezîneya dewletê alîkariya pereyan bike.
-Partiyên din ên kurdan dê hemû karên xwe li ser esasê reşkirin û xirabnîşandana baskê PKK ê yê li Suriyeyê PYD ê bimeşînin. Di van xebatan de dê sazî û heyetên girêdayî PYD ê ne fermî û ku temsîliyeta kurdan nake, bêne nîşandan.
-Divê Desteya Bilind ji bo ku bandora Meclîsa Gel a girêdayî PKK ê kêm bikin, hebûna xwe bidomîne.