Serrûpel Nûçe Di civînê de dîtinên her du serokan yek bûn

Di civînê de dîtinên her du serokan yek bûn

Belav bike

 Duhî (12/10/2012) li danê sibê li bajarê Hewlêrê Serokomarê Îraqa Federal Celal Telabanî pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Hat zanîn, di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin. Her weha di civînê de tekez li ser yekîtî û hevkariya di navbera PDK’ê û YNK’ê de hate kirin û behsa girîngiya wê kirin. Hêjayî gotinê ye, der barê mijarên civînê de dîtinên her du serokan yek bûn.

 

Avestakurd