Serrûpel Nûçe “Emê hem ji bo gerîla hem jî ji bo eşkeran bigirîn“

“Emê hem ji bo gerîla hem jî ji bo eşkeran bigirîn“

Belav bike

Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP), li Enqerê 2. Kongreya xwe a awarte lidarxistin. Di Kongreyê de gellek tiştên ku cara yekem pêk dihatin jî hebûn. Ji kongreya BDPê çend têbinî:
– Di kongreyê de Hevserokên BDPê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş axaftin kirin. Her du careke din hatine hilbijartin.
– Cara yekem di kongreyeke BDPê de ala Tirkiyê hate daliqandin.
– Di kongreyê de posterê Abdullah Ocalan jî hebû û li ser poster “ji bo Ocalan azadî” hatibû nivîsandin.
– Li çar parçeyên Kurdistanê, gellek nûnerên partî û saziyan beşdarî kongreya BDPê bûn.
– Li salonê bi Kurdî, Erebî û Tirkî pankart hatibûn daliqandin.
– Ji bo komkujiya Roboskiyê jî pankartek hebû: Me Roboskî jibîr nekir û em jibîr nakin
– Di salonê de posterên şorejgerên Kurd û Tirk li ba hev hatibûn daliqandin: Mazlum Dogan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Kemal Pîr û Mahîr Çayan
Demîrtaş:”Emê bi mirina gerîla jî bigirên, bi mirina leşker jî. Kesên ku îro bi hev re negirîn, sibe nikarin bi hev re bikenin.” “Yek netew û yek ziman, ne di Quranê de ne jî di nav pîvanên navneteweyî û Ewrupayê de hene. Ew tenê di faşîzmê de heye.” Ku Davutoglu dike teskereyên şer ji bo Kurdistana Rojava derxîne, bila Desteya Bilind a Kurd daweta Tirkiyê bike û modele wan bibîne.” 
Kişanak: “Ocalan ji bo gelên Tirkiyê siûdek e.” Kesên ku di hedefa wan de sala 2013 an a aşîtiê tinebe, nikarin hedefa 2023an pêk bînin.” “Di vê pêvajoyê de yên ku îradeya Kurdan a xurt a ji bo aşîtiyê nebînin û bi Kurdan re aşîtiyî ava nekin, wê pêşeroja Tirkiyê reş bikin.”