Serrûpel Nûçe Jan Dost hate xelatkirin

Jan Dost hate xelatkirin

Belav bike
Di vê festîvalê de ji gelek bajarên cuda yên Ewropa helbestvan, nivîskar, rojnamevan û hunermend beşdar bûn.

Helbestvanan helbestên xwe xwnedin û helbesthezan jî bi kêf guhdarî kirin.

Festîval hem ji bo helbesta kurdî bû rojeke xweş, hem jî di vê rojê de munasebeta ku helbestvan û nivîskarên Kurd hev nas bikin, peyda bû.

Helbestvanên beşdar; Alwan Şivan, Can Kurd, Ciwan Qado, Dr. Husên Hebeş, Henîf Yûsiv, Hoşeng Osê, Hesen Îrandost, Necîb, Jan Dost, Keça Kurd, Nesrîn Ehmed, Newaf Mîro, Nûh Silêman, Serhan Îsa. Gotina Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 ji aliyê nivîskar Qado Şêrîn ve hate xwendin. Her wiha hunermendê deng xweş Zubêr Salih jî amade bû û du stranên xweş pêşkêşî cemaweran kir.
Du şêwekarên jin ên navdar Cîhan Brahîm û Jengîman Omer bi tabloyên xwe dîwarên keleha çalakiyê xemilandibûn. Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li derve û Komela Nûbuhar li Essen, amade û hate birêvebirin.

Di festîvalê de romanivîs û nivîskarê Kurd Jan Dost, ji ber xebat û keda ku ji bo edebiyat kurdî dide û ji bo berhemên hêja yên ku pêşkêş kirine, hate xelatkirin.

Jan Dost di dema xelatgirtinê de, spasiya xwe ji bo beşdar û birêvebirên Roja Helbesta Kurdî pêşkêş kir û got ku hîn gelek kar hene ku ew bike û ewê di vê riyê de neweste.

AVESTA KURD – Essen

Foto ji bo malpera AVESTA KURD parastî ne. Her kes dikare bi mercê ku navê AVESTA KURD li bin binivisîne, wêneyan belav bike.