li derbarê wêjeya kurdî da, teybeten wêjeya Kurdî (edebîyat) li komarên Sovyeta kevin, wek Ermenistan, Azarbeycan, Gurcistan ûhv. da di rêkevta 13.10.2012 sêmînerek pêşkêş kir.
Semîner li Brøndby Strand nêzîkî paytextê Danmark li Kopenhagen hate darxistin. Hejmareke baş ji wêje hezên kurd li semînerê da amade bûn.
Dr. Eziz bi kurtî behsê wêjaya Kurdî ji qurne 11, Eli Herîrî heta roja îroyîn kir. Her we nivîskar, helbestvan û zimanzanên kurd li ku li komarên Sovyeta kevin jîyane an hêja dijîn bi sê nivşan (generasyonan) dane naskirin.
Di beşa duwemîn ya Semînerêda Dr. Eziz du pirtûkên xwe yên nû dane nasandin: ”Hezkirina Qedexe”wek roman û novel û wergêra beşek ji ”çîrokên H.C. Andersen” Weşanxana DOZ, 2012.
Semîner bi çend pirs, şirove, temenî û daxwazên baş ji bo paşerojê bi dawî hat. Semîner bi alîyê Federasyona Komelên Kurd li Danmark hate amadekirin.