Li gor nûçeyeke di Kovara Awene (Li bajarê Silêmaniyê derdikeve) de hatî belavkirin, Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî li Bexdayê bi rêka YNK’ê bi 2 berpirsên bilind yên PKK’ê re hevdîtin kiriye. Li gor jêderê, di vê hedîtinê de Malikî gotiye “Em piştgiriya rejîma Esed dikin, eger PKK’ê jî piştgiriya Esed bike, Hikûmeta Îraqê amadeye hemû alîkariyan bide PKK’ê.” Hêjayî gotinê ye, der barê vê mijarê de heta niha ne ji aliyê PKK û YNK’ê ve û ne jî ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve ti daxuyanî nehatine dayîn
Avestakurd