Serrûpel Nûçe Li gorî Turkeş, Bahçelî sîxurê MÎT ye

Li gorî Turkeş, Bahçelî sîxurê MÎT ye

Belav bike

Ji bijîşkê rêberê nijadperestên Tirk Alparslan Turkeş, Selim Kaptanoglu, ku gellekî nêzikayiya xwe bi Turkeş re hebûye, îdiayên balkêş. Kaptanoglu, li meclîsê, di derbarê darbeya 12ê Îlonê de îfade da komisyona ku darbeyan lêkolîn dike. 
Kaptanoglu  diyar kiriye ku, Alparslan Turkeş, di destnivîsa xwe a ku ji bo Muharrem Şimşek nivîsandiye de nivîsiye ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî sîxurê MÎTê ye.
Di îfadeya xwe de Kaptanoglu tiştekî din jî dibêje. Çend efserên pispor yên ku bi lênêrîna balefirên Kenan Evren re peywirdar in, diçin ba Turkeş û ji wî re dibêjin ku, ger tu bixwazî em karin balefira Kenan Evren bixînin. Turkeş, vê pêşniyara efseran qebûl nake.