Serrûpel Nûçe “Li ser destê bapîrên me xwîna Êzidiyan heye“

“Li ser destê bapîrên me xwîna Êzidiyan heye“

Belav bike
KCDê (Kongreya Civaka Demokratîk) Êzidiyên Kurdistana Başûr, Ermenistan, Suriye û Ewrupayê anîne ba hev.
Li Amedê, ji aliyê Komisyona Kêman û Baweriyan a KCDê ve Konferansa Êzidiyan tê lidarxistin. Konferans 2 roja wê dewam bike.
Di vebûna konferansê de Hevserokê KCDê Ahmet Turk axifî. Turk, ji Êzidiyan lêborîn xwest û anî ziman ku, dîroka Êzidiyan dîrokeke qirkirinê ye. Turk di axaftina xwe de wiha got “Di dîrokê de her tim li hemberî Êzîdiyan komkujî hatin kirin. Dîroka Êzîdiyan dîroka komkujiyan e. Êzîdî rasta zilmeke gellekî mezin hatin. Şengal hate talankirin. Heta niha 73 komkujî li dijî Êzîdiyan pêk hatin e. Divê kurd bi armancên wekhev bibin yek… Xwîna Êzîdiyan li ser destê bav û kalên me heye. Li eniya bapîrên me lekeyekî qirêj heye. Em dixwazin hûn me efo bikin. Dijminên Kurdan, Kurd bi hev dan qetilkirin. Bila ev rastiya di dîroka Kurdan de neyê ji bîrkirin. Faris, Tirk û Ereb dixwazin Kurdan bê nasname bihêlin.”