Şanda Şarîqa ya Aborî û Bazirganî ya Mîrgehê, di bin seroktiya Şêx Sultan Bin Ehmed El Qasimî de bû.
Di nava şandê de gelek karsaz û endamên Odeya Bazirganî ya Şarîqa de cih digirtin.
Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Mîrgehê de hate kirin.
El Qasimî kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirinê anî ziman û destxweşî li seroktiya herêma Kuridstanê kir.
Şanda mêvan behsa destbikarkirina Hêla Ezmanî El Erebî ye û beşdarîkirina di pêşangeha Hewlêrê ya navnetewî kir.
Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo serdana şanda Şarîqa anî ziman û hêvî kir ku ev serdan bibe gavek ji bo pêwendiya demdirêj ya di navbera her du welatan de.